Li 3 bajaran merasîma cenazeyê Xameneyî: Dê 24 saetan bidome

02 hezîran 2026 18:38

Hat ragihandin ku dê merasîma cenazeyê rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî, ku di êrîşa DYA û Îsraîlê ya di 28ê Sibatê de mirîbû, li Tehren, Qom û Meşhedê bê lidarxistin.

Li 3 bajaran merasîma cenazeyê Xameneyî: Dê 24 saetan bidome

RûpelNews - Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnim a Îranê, Cîgirê Şaredarê Tehranê yê berpirsiyarê karûbarên civakî û çandî, Mihemed Emîn Tevekulîzade, ragihand ku merasîmên cenazeyê Xameneyî li sê bajaran hatine plankirin.

Tevekulîzade, hûrgiliyên derbarê rojên merasîmên cenazeyê de neda lê diyar kir ku tê payîn merasîma li Tehranê herî kêm 24 saetan bidome û piştî wê dê cenaze ji bo merasîmeke bi heman rengî were veguhestin bo bajarê Qomê û di dawiyê de jî bo bajarê Meşhedê.

Tevekulîzade diyar kir ku hûrgiliyên bernameyê dê di demek nêz de bên ragihandin û lê zêde kir ku hatibû plankirin ku cihê navdema dawî yê Xameneyî Mizgefta Îmam Reza ya li Meşhedê be.

Rêberê berê yê Îranê Xameneyî, di destpêka şerê ku di 28ê Sibatê de bi êrîşên DYA-Îsraîlê li ser Îranê dest pê kir de, dema ku li mala xwe ya li Kolana Filistînê ya Tehranê hat armanckirin, ligel jina xwe, bûka xwe û neviya xwe ya 14 mehî mir.