Fîgen Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe bû
Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag, ku 9 sale nîve di girtîgehê de ye, beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe Mehmet Cavit Yuksekdag bû, ku wefat kir.
RûpelNews - Merasîma cenazeyê Mehmet Cavît Yuksekdag, ku li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wefat kir, li Edeneyê hat lidarxistin, Hevseroka DEM Partîyê Tulay Hatîmogullarî û Cîgira Serokê Koma DEM Partîyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî beşdar bûn.
Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag, ku nêzîkî 9 sal nîve di girtîgehê de ye, jî beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe Mehmet Cavît Yuksekdag bû. Di vê heyamê de, Yuksekdag bav û sê xwişk û birayên xwe winda kir.
Bavê Yuksekdagê, Mevlut Yuksekdag, di Tebaxa 2021an de ji ber krîza dil wefat kir; birayê wê yê mezin Huseyîn Refet Yuksekdag di sala 2024an de wefat kir; û xwişka wê Saniye Yuksekdag par jiyana xwe ji dest da.
