3 şaredarên din jî beşdarî AK Partiyê bûn

25 hezîran 2026 16:30

Li Tirkiyeyê 3 şaredarên ji partiyên cuda bûn beşdarî AK Partiyê bûn. Serokê AK Partî û Serokomar Recep Tayyip Erdogan da zanîn rojên bê hin şaredarên din jî dê beşdarî partiya wan bibe.

3 şaredarên din jî beşdarî AK Partiyê bûn

RûpelNews - Li Tirkiyeyê di rojên dawîn de şaredar an parlamenterên ji partiyên cuda îstîfa dikin û derbasî partiya desthilatdar AK Partiyê dibin.

Piştî ku şaredarê Haymanaya Enqereyê ji CHPê îstîfa kir beşdarî AK Partiyê bû.

Îro jî Şaredarê Nevşehirê Rasim Ari ku ÎYΠPartiyê îstîfa kir û şaredarê Keçîorena Enqereyê Mesut Ozarslan û şaredarê Keşan ê Edîrneyê Mehmet Ozcan ku ji CHPê îstîfa kirin, beşdarî AK Partiyê bûn.

Li her sê şaredaran ji hêla Serokê AK Parti û Seorkomarê Recep Tayyîp Erdogan ve rozet hatin pêvekirin. Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser beşdarên nû di rojên bê de û wiha got: "Em dê pêşwazîkirina wan kesên ku prensîbên me hembêz dikin û dixwazin di atmosfereke aştiyane û bi rêzdarî de ji bo welat û gelê xwe xêrê bikin, di nav refên xwe de bidomînin."