5 şaredarên CHPê sewqî lijneya dîsîplînê hatin kirin
Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê, Serokên Şaredariyên Kadıkoy, Sancaktepe, Sarıyer, Alanya û Konyaaltıyê bi daxwaza derxistina teqez (ihraç) û bi biryara tedbîrî ve sewqî dîsiplînê kirin.
RûpelNews - Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û Berdevkê Partiyê Muslim Sarı eşkere kir ku Serokê Şaredariya Sancaktepeyê ya Stenbolê Alper Yegin, Serokê Şaredariya Sarıyerê Mustafa Oktay Aksu û Serokê Şaredariya Kadıkoyê Mesut Kosedagı tevlî Serokê Şaredariya Konyaaltıya Antalyayê Cem Kotan û Serokê Şaredariya Alanyayê Osman Tarık Ozçelik bi awayekî tedbîrî ber bi Lijneya Dîsiplînê ya Bilind (YDK) ve hatine sewqkirin.
Biryara derxistinê ji ber hinceta ku serokên şaredariyan di rojên derbasbûyî de tevlî kongreya Yeni Partî bûne hat girtin.
Berdevkê Partiyê Sarı got: “Kese ser CHP’yê re nîne, kes nikare di nav CHP’yê de bimîne û piştgiriyê bide partiyeke din.”
