Lijneya Bilind ya Hilbijartinê nerazîbûna CHPê red kir
Lijneya Bilind a Hilbijartinan ya Tirkiyeyê (YSK) sedema biryara xwe ya derbarê redkirina serlêdana CHPê ya têkildarî biryara 'betaliya teqez' de ragihand.
RûpelNews - Di biryarê de hat gotin ku ji bo YSKê ne mimkun e ku biryara betaliya teqez binirxîne û hat destnîşankirin ku biryarên Dadgeha Temyîzê ya Herêmî di çarçoveya desthilatên vekolîn û çavdêriyê yên YSKê de li gorî qanûna hilbijartinê nînin.
Di hinceta xwe de, YSKê diyar kir: "Ne mimkun e ku YSK biryara betaliya teqez binirxîne. Di çarçoveya yasaya hilbijartinê de tu bendek tune ku YSK bikaribe biryara Dadgeha Temyîzê ya Herêmî binirxîne."
Sedema biryarê hat ragihandin
Lijneyê ragihand ku wê li ser van hincetan biryar daye serlêdanê red bike û hincetên li pişt biryarê bi raya giştî re parve kir.
