Kurdistan | Hejmareke rekor a pêketinên koronayê hat tomarkirin
17 adar 2021 23:14
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 541 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku ev hejmara herî bilind a rojekê ye.
Di daxuyaniya îro Çarşemê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin ku di 24 demjimêrên borî de 541 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 223 kes li Hewlêrê, 133 kes li Silêmaniyê, 169 kes li Duhokê, 9 kes li Germiyanê û 7 kes jî li Raperînê ne.
Hat diyarkirin ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 208 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 113104 kesan, ya mirinan bû 3568 kes û heta niha 105683 nexweş jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê zêde dibe
09 îln 2021
Koçber
Li Herêma Kurdistanê 26 kes bi koronayê ketin
17 nsn 2022
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin