Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hejmareke rekor a mirinên Covid-19 hat tomarkirin
09 tebax 2021 23:09
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî amarên roja Yekşemê yên mirinên zêde îro Duşemê jî nêzî 600 kesên din li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi koronayê can dane.
Wezareta Tenduristiya Îranê di daxuyaniya 9ê Tebaxê ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand ku 588 kesên din mirine û di nav 24 saetên borî de 40 hezar û 808 kes jî bi koronayê ketine.
Hêjayî gotinê ye, ev hejmara mirinên koronayê ya li Îranê ji meha Nîsana borî ve hejmara herî zêde ya di rojekê de hatiye tomarkirin e.
Bi van amarên dawî re li seranserê Îranê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 4,199,537 kesan, hejmara mirinan gihîşt 94,603 kesan û heta niha 3,565,57 kes jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 20 kesan hatin girtin
06 îln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin