Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 219 kesan can da
22 tîrmeh 2020 21:42
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku di nav 24 saetên borî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 219 kesên din ji ber koronayê can daye.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 586 kes li seranserê Îranê bi koronayê ketine û 219 kesan ji ji heman nexweşiyê can daye.
Hejmara pêketiyan korona li Iranê gihîşt 281 hezar û 413 kesan û hejmara miriyan jî gihîşt 14 hezar û 853 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê got ku heta niha 244 hezar û 840 nexweşên koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar 600 kesan ne cîgir e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 459 kesan ji koronayê can da
15 mjd 2020
Cîhan
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 20 kesan hatin girtin
06 îln 2024

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin