Almanyayê hejmareke rekor mafê hemwelatîyê da: Sûriye di rêza yekem de ye

28 gulan 2024 23:01
Almanyayê hejmareke rekor mafê hemwelatîyê da: Sûriye di rêza yekem de ye

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku welatê Almanyayê zêdetirî 200 sed hezar daxwazên hemwelatiya Alman pejirandiye ku ev ji sala 2000’î ve hejmara herê zêde ye.

Nivîsgeha Amaran a Almanyaya Federay (Destatis) ragihand, sala 2023yan ji bo bi qasî 200 hezar û 100 kesan hemwelatî hatiye dayîn.

Li gorî nivîsgehê ev ji sala 2000’î ve hejmara herî zêde ya pejirandina daxwazên hemwelatîbûna Almanyayê ye ku ji sala 2022yan jî 31 hezar kes zêdetir e.

 Hatiye diyarkirin ku hemwelatî bo welatiyên 157 welatan hatine dayîn di rêza yekem de bi 75 hezar û 500 kesan Sûriye tê ku mafê hemwelîbûnê di nav 6-8 salên mayîna Almanyayê de wergirtine.

Di lîsteyê de piştî Sûriyê, Tirkiye, Iraq, Romanya û Afganistan tê ku rêjeya mêran a helwelatîbûnê jî ji sedî 29,3 e.

Hêjayî gotinê ye, di navbera mehên Çile-Nîsan a 2024an de bi awayekî cidî hejmara serlêdanê hemwelatiyê ya Îsraîlîyan jî zêde bûye ja 6 hezar û 869 îsraîlîyan serlêdana hemwelatîbûna Alman kiriye.