Almanyayê, tevkariyeke rekor a budceyê li YEyê kir
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Alman DPAyê, welatê ku herî zêde bi 25,1 milyar euroyî beşdarî budceya 2021an a Yekîtiya Ewropayê kiriye, Almanya ye.
Hat ragihandin ku tevkariya Almanyayê ya ji bo butceya Yekîtiya Ewropayê (YE) par gihîştiye asteke rekorê û hat zanîn ku di sala 2020an de tevkariya giştî ya Almanyayê bi qasî 19,4 mîlyar euro bûye.
Hat eşkerekirin ku bi vê hejmarê re tevkariya Almanyayê ya ji bo budceya YEyê derket asteke rekorê û paşê jî Fransa bi 12,4 milyar euroyî tê.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku tevkariya Îtalyayê, sêyemîn aboriya herî mezin a Ewropayê, di 3,2 mîlyar euro de maye.
Ji aliyê din ve mezintirîn kiriyarê net a terxankirina budceya Yekîtiya Ewropayê Polonya bûye bi 11,8 mîlyar euroyî, Yunanîstan bi 4,5 mîlyar euroyî û Macarîstan bi 4,1 mîlyar euroyî tê.
Her wiha hat zanîn ku ji bo telafîkirina xisara derketina Brîtanyayê ya ji YEyê, Almanyayê biryar da ku tevkariya xwe ya ji bo budçeya navborî zêde bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin