Li Koyeyê kempa ku malbatên endamên PDK-Î lê dimînin rastî êrişan hat

28 îlon 2026 11:15

Li navçeya Koyeyê ya Herêma Kurdistanê, bi sê dronan êrîş li ser Kampa Azadiyê hat kirin, ku malbatên endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran (KDP-Î) lê dimînin. Hat ragihandin ku di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Li Koyeyê kempa ku malbatên endamên PDK-Î lê dimînin rastî êrişan hat

RûpelNews - Çavkaniyek ji nav KDP-Îyê ragihand ku êrîş di 28ê Îlonê de, di navbera saet 01:40 û 02:10an de, di serê sibê de pêk hatiye. Li gorî çavkaniyê, kamp ji aliyê sê dronên kamîkaze yên Îranî yên bi navê 'Hadîd' ve hatiye armancgirtin.

Ziyan çêbû

Hat ragihandin ku di êrîşê de tenê zirara madî çêbûye û tu ziyanên canî çênebûne.
Ajansa Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku Kampa Azadî ya li Koyê di dema diyarkirî de bûye armanca sê dronan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.