Mafnas Eren Keskin li Almanyayê bû xwediyê xelata mafên mirovan

07 gulan 2026 16:36

Parêzer û mafnasê mirovan Eren Keskîn bû xwediyê Xelata Mafên Mirovan a Gerhart Baum a li Almanyayê.

Mafnas Eren Keskin li Almanyayê bû xwediyê xelata mafên mirovan

RûpelNews - Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn ku li Tirkiyeyê bi taybet li ser binpêkirina mafên Kurdan gelek xebat kirine, ji aliyê Weqfa Gerhart û Renate Baum a li Kolnê, Almanyayê ve, hat xelatkirin û bû xwediyê Xelata Mafên Mirovan a Gerhart Baum a sala 2026an. 

Xelat dê di 31ê Gulanê de li Kolnê di merasîmekê de were pêşkêşkirin. Armanca dayîna xelatê ew e ku xebat û têkoşîna mirovî ya siyasetmedarê Alman û parêzvanê mafên mirovan Gerhart Baum ê ku di sala 2025an de wefat kir bê bibîranîn.

Weqfê diyar kir ku xelat ji bo kesên ku di têkoşîna ji bo mafên mirovan de dibin mînak û  li dijî nîjadperestiya ku zêde dibe ji dil dixebitin tê pêşkêşkirin.

Di merasîma xelatdayînê de beşek ji belgefîlma "EREN" a derhêner Maria Binder, ku çîroka jiyana Eren Keskin vedibêje, wê were nîşandan. (Çavkanî: DW)