Kongreya dîrokî ya zimanê kurdî li Düsseldorfê dest pê kir
Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî (IKLF), îro 27ê Hezîrana 2026an, yekem kongreya xwe li bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê li dar dixe.
RûpelNews - Kongre bi beşdariya nûnerên 35 dibistanên Kurdî û 121 endamên federasyonê ku ji zimanzan, akademîsyen û mamosteyan pêk tên, tê lidarxistin. Beşdar ji 25 welatên cuda hatine Düsseldorfê. Di bin çavdêriya Serokê Giştî yê Revenda Kurdistanî Birêz Şîfa Barzanî de, rojeva sereke ya civînê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî li dîasporayê ye.
Protokola kongreyê û cilûberg
Organîzasyonê ji bo kongreyê rêgezên protokolekê diyar kiriye. Li gorî daxuyaniya Komîteya Rêxistin û Protokolê, ji bo parastina statuya akademîk a konferansê, beşdar bi cilên fermî (ceket û pantolon) beşdarî bernameya sibehê bûne. Di bernameya êvarê de, ji bo pêşwazîkirina peyama çandî ya kongreyê, tê pêşniyarkirin ku cilên kevneşopî yên Kurdî bên li xwe kirin.

''Em rastî gefa 'asîmîlasyona nerm' tên''
Di despêka kongreyê de Serokê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Mam Dogala axaftina vekirina kongreyê kir.
Dogala wuha axivî "Îro di cîhanê de kurdî xwedî derfetên nedîtî ye; em bi rêya platformên dîjîtal û xebatên federasyonê dikarin dengê xwe bigihînin her derê û zimanê xwe bidin naskirin. Lê belê, ev tabloyeke xapînok e, çimkî em rastî gefa 'asîmîlasyona nerm' tên ku ji hemûyan metirsîdartir e. Bi taybetî li Ewropayê, nifşên nû yên ku ji kokên xwe dûr dikevin, zimanê dayikê winda dikin. Mixabin, îro malên me êdî ne dibistanên zimanê kurdî ne, berevajî vê yekê, bûne wan qadên ku zimanên biyanî lê serdest in."
Protokolek grînd di navbera Wezareta Perwerdê û Federasyonê
Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî jî di axaftina xwe de behsa giringiya zimanê zikmakî kir û got: "Ez bang li malbatên Kurd dikim ku li gel zarokên xwe tenê bi zimanê Kurdî biaxivin da ku zimanê xwe biparêzin. Her wiha bang li mamosteyên zimanê Kurdî dikim ku ji bo standardkirina zimanî xebatan bimeşînin. Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê li gel Serpereştiya Revenda Kurdî protokolekê amade dike da ku xebatekê li dar bixe ji bo her Kurdek li her deverê cîhanê Kurdî bi hêsanî fêr bibe; pirtûkan bi her du tîpan (soranî û latînî) çap dike. Hêvî dikim zimanzan û medreseyên Kurdî yên hemû cîhanê yekitiya xwe ava bikin."
''Hemû dibistanên Kurdî yên li diyaspora divê yekbin''
Serokê Konfederasyona Rewenda Kurdistanî Îsmaîl Kamûran jî gotarek peşkeş kir û got: "Divê zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî bibin. 2500 kes beşdarî kursên online bûne ku ji hêla federasyonê ve hatine dayîn. Gelek dibistanên Kurdî di bin sîbera federasyonê de ne, gelek jî li derveyî wê mane. Divê xebatên bi vî rengî bên kirin ku ew dibistan jî tevlî sîbera federasyonê bibin. Her wiha her parlamenter an siyasetmedarek bixwaze tevgerekê ji bo zimanê Kurdî durist bike, em amade ne piştgiriyeke xurt bidin wan."
Wezareta Perwerdê rêveberiyek giştî ji bo perwerdeya diyasporaye damezrand
Di kongreyê de Berdevkê Wezereta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê Saman Suweylî bi peyamekê vidyoyî beşdarî li kongreyê kir û got ku di bin siya Wezareta Perwerdê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi talîmata Serokwezî Mesrûr Barzanî, rêveberiyek giştî bi navê Xwendina Diyaspora hatiye damezrandin û ev Rêveberiya Giştî ji bo yekgirtin û pişgirîgirtina dibistan û pêşxistina karûbarên perwerdeya Kurdî Rola xwe wê bilîze.
Bername bi peyama girtinê (17:10), pêşkêşkirina xelatên bîranînê (17:15) û şahiya dawî (19:00) wê bi dawî bibe.
zanyariyên zêdetir wê werin...
