Kazimî: Heta bawerî çênebe em nikarin krîza derbas bikin

30 nîsan 2022 19:58
Kazimî: Heta bawerî çênebe em nikarin krîza derbas bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniyekê de diyar kir, ji bo derbaskirina krîza li Iraqê, heta bawerî çênebe nikarin krîza derbas bikin.

Mistefa Kazimî ji rojnameya Sebah a Iraqê re axivî û da zanîn, çavkaniya tevahiya krîzên niha yên li welat, nebûna baweriyê di navbera aliyên siyasî de ye.

Mistefa Kazimî eşkere kiriye, dikarin bi çêkirina ser ji nû ve ya baweriyê, gelek gavan bavêjin û welat ji krîzên heyî derbas bikin.

Herwiha Kazimî destnîşan kir, niha tişta herî pêwîst ji bo Iraqê bawerî ye û lazim e bawerî vegere nava Iraq û aliyên siyasî.

Serokwezîrê Iraqê herî dawî diyar kir, karîne di nava du salên derbasbûyî de hinek rewşa aboriya Iraqê baştir bikin, lê ji bo baştirkirina aboriya Iraqê hîn jî lazim e gavên zêdetir werin avêtin.