Pedesersen: Heta çareseriya siyasî çênebe wê ês dewam bike!
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen li Cenevreyê di civîneke rojnamevanî de ragihand, gelê Sûriyê piştî şer û pevçûnên 12 sal in berdewam dike, rastî karesateke metirsîdar haiye û piştî erdhejên meha borî girîngiya wê zêde bûye.
Pedersen got: “Em bi comerdî tevdigerin û hewlên xwe didomînin ji bo ku ti astengî ji encama sizayên ser rejîma Sûriyê dernekevin. Ev tê wê wateyê ku pêwîstiya me bi aramiyê li ser erdê heye, ez ê vê yekê di civîna Hêzên Erkê Agirbestê li Sûriyê de piştrast bikim ku dê roja Pêncşemê Cenêvê bê lidarxistin.”
Pederson da zanîn, erkê wî ew e ku balê bikişîne ser encamên piştî vê rewşa awarte û paşeroja Sûriyeya perçebûyî û wiha axivî:
“Eger çareseriyeke siyasî nebe, êşa wî welatî dê berdewam be. Hefteya bê krîza vî welatî dê bikeve sala xwe ya 13emîn û hîn jî bijardeya leşkerî ne çareserî ye, lê belê pêwîstiya wê bi çareseriyeke siyasî ya bilez heye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin