ENKS: Heta rêkeftin çênebe û aramî neyê nabe hilbijartin bên kirin
PeyamaKurd – Li ser peyama sersalê ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya pêkanînan hilbijartinan di sala 2021ê de li Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne ku hê zûye behsa hilbijartinan bikin, ji ber ku heta niha jî ligel Partiyên Yekîtiya Niştîmanî (PYNK) bi temamî lihevkirin çênebûye û penaber venegeriyane cih û warên xwe.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulkerîm Mihemed ragihand: “Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê û wek ENKSê jî berî em herin hilbijartinan, divê danûstandinên di navbera me û aliyê din de bigihêje qonaxa dawî. Wek duyem jî divê aramî li herêmê çêbe û xelkê me yê penaber bikare vegere bo ser mal û warên xwe. Bi min ev gav niha zû ye.”
Herwiha Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) jî dide xuyakirin ku lidarxistina hilbijartinan ne li dijî rêkeftina ligel ENKSê ye, ji ber ku di danûstandinan de lihev kirine, ku di dema salekê de hilbijartin bêne kirin.
Sekretêrê Partiya Çep Mihemed Mûsa gotiye: “Me li hev kiriye ku di sala 2021an de hilbijartin bêne kirin û hilbijartin ne li dijî rêkevtina bi ENKSê re ye.”
Hêjayî gotinê ye, Mezlûm Ebdî, beriya qonaxa sêyem a danûstandinên ENKS û PYNKê bi navbeynkariya Amerîkayê di peyama xwe ya sersalê de gotibû, karê wan ê sereke ji bo 2021ê pêkanîna hilbijartinan û bihêzkirina saziyên rêveberiya xweser e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin