Ji Erdogan peyama Lozanê: Ti gef û siza nikarin...

24 tîrmeh 2019 21:43
Ji Erdogan peyama Lozanê: Ti gef û siza nikarin...

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 96emîn salvegera îmzekirina Peymana Lozanê de ragihand, çi veşartî çi jî eşkere ti gefên sizadanê nikarin Tirkiyê ji doza wê ya mafdar vegerînin.

Recep Tayyîp Erdogan bi boneya 96.salvegera Peymana Lozanê peyamek belav kir û tê de got: “Îro em bi kêfxweşî pêşwaziyê li hatina 96. salvegera îmzekirina Peymana Aşitiyê ya Lozanê ku belgeya damezrandina Komara Tirkiyê ye, dikin. Ev yek di heman demê de 100. salvegera destpêka têkoşîna azadiya me ye. Em weke sed sal berê, niha jî xwedî wê hêz û biryardariyê ne ku gefên li ser serxwebûn, aramî û ewlekariya welatiyên xwe ji holê rakin.”

Serokomarê Tirkiyê di peyama xwe de bal kişand geşedanên dawî û diyar kir: “Di demên dawîn de ew pêngavên ku me li Deryaya Spî, Bakûrê Sûriyê û ji bo parastina maf, berjewendî û hiqûqa welatiyên xwe û Tirkên Qibrisê avêtine, hesasiyeta me ya ji bo parastina welatiyên xwe bi awayekî zelal nîşan daye. Veşartî an jî eşkere ti gefên sizadanê Tirkiyê ji doza wê ya mafdar venagerînin.”

PEYMANA LOZANÊ ÇIYE?

Peymana Lozanê, 24 Tîrmeha 1923an li Beau-Rivage ya li kêleka Gola Leman a li bajarê Lozan ê Swîsreyê, di navbera nûnerên parlamentoya Tirkiyê (TBMM) û nûnerên Împaratoriya Brîtanyayê, Komara Fransayê, Qraltiya Îtalyayê, Împaratoriya Japonê, Qraltiya Yewnanistanê, Qraltiya Romanyayê, Qraltiya Sirp, Xirwat û Slowen (Yugoslawya) ve hatiye îmzekirin.

Di şanda Tirkiyê ya bo Lozanê ya di bin serpereştiya Îsmet Înonu de ku wê demê Wezîrê Derve yê Tirkiyê bû, li ser navê Kurdan mebûsê Amedê Zulfu Tîgrel jî cih girtibû.

Peymana Lozanê piştî Peymana Sewrê ku 10ê Tebaxa 1920an piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatibû îmzekirin, hatiye îmzekirin..

Peymana Sewrê jî di navbera Împaratoriya Osmanî û Dewletên Îtîlafê de li bajarokê Sevres ê ku dikeve başûrê Parîsê li Fransayê hatibû îmzekirin. Di wê peymanê de ku ji 433 bendan pêk dihat avakirina dewleteke Kurdî li ser beşeke axa Bakûrê Kurdistanê hatibû destnîşankirin. Lê belê di Peymana Lozanê de ku nûnerên Kurdan di nav şanda Tirkiyê de cih girtibûn, di derbarê mafên Kurdan de ti bendekê cih negirt.