Ji bo rêkeftina Pêsmerge û artêsa Iraqê 3 xalên sereke hatin diyarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser rêkeftina birêvebirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de li Bexdayê dicivin.
Hat ragihandin ku ji bo rêkeftinê 3 xalên sereke hatine diyarkirin ku ew jî; Damezirandina navenda hevahengiyê di navbera efserên her du aliyan de, operasyonên hevbeş û hêla berevaniya hevbeş bi dirêjahiya wan navçeyan e.
Emîndarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyeke rojnamavanî de ragihand, di demeke nêzîk de şanda Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê dike, ji bo temamkirina rêkeftina bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re, bi armanca birêvebirina navçeyên Kurdistanî.
Yawer ragihand, “Guftûgoyên me bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re berdewam in û di demeke nêzîk de careke din Komîteya Bilind a Hevahengiyê ya her du aliyan dicivin. Em her du hevnerîn in ku divê pêwendiyên bihêz di navbera Pêşmerge di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe, ji bo bidawînana DAIŞê li navçeyên Kerkûk, Diyale, Mexmûr û Mûsilê.”
Emîndarê Wezareta Pêşmerge got: “Ew hevahengî divê bi mekanîzme be, me ew di 3 xalan de kom kirine. Ew ji van pêk tên: Damezirandina navenda hevahengiyê di navbera efserên her du aliyan de. Operasyonên hevbeş. Hêla berevaniya hevbeş bi dirêjahiya wan navçeyan.”
Yawer diyar kir ku niha li ser wê mekanîzmeyê ew negihîştine rêkeftina dawiyê, lê têgihîştina baş heye û her demekê rêkeftin bê îmzekirin, dê biçe ware bicihkirinê.
Cebar Yawer bal kişand ser ku, hevkariyên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî ji Pêşmerge re wê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin