Ji Artêsa Iraqê û pêsmergeyan operasyona hevbes!
PeyamaKurd- Artêşa Iraqê bi alîkariya pêşmergeyan li herêma ku di navbera Kerkûk, Xurmatû, Germiyan û Zinanê de dimîne; li dijî IŞÎDê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di operasyonê de li nêzîkî yekîneyên leşkerî bombeyek teqî û di encamê de leşkerek mir û 7 leşker jî birîndar bûn.
Di derbarê operasyonê de Berpirsiyarê YNKê yê herêma Hemrînê Mela Kerîm Şikur daxuyaniyek da û got: “Vê sibehê seet li 06:00an Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmergeyan bi hev re li ser tixûbê Xurmatûyê li dijî IŞÎDê operasyon dan destpêkirin.”
Kerîm got ku li herêma Pelkaniyê bombeyek teqî û di encamê de leşkerek mir û 7 leşker jî birîndar bûn.
Kerîm wiha berdewam kir: Ji bo operasyonê “Navenda Operasyona Hevpar” hate sazkirin. Ev operasyon wê bi pêşmergeyan re bi qordîne be û 72 seetan bidome.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin