Hesda Seibî û artêsa Iraqê li ser sînor operasyona DAISê dan destpêkirin
PeyamaKurd – Hêzên Heşda Şeibî yên girêdayî Îranê ku di nav artêşa Iraqê de cî digirin, li ser sînorê Sûriye-Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê bi hevkariya artêşa Iraqê operasyonek dan destpêkirin.
Desteya Heşdî Şeibî bi daxuaniyekê ragihand, Hêzên Heşd Şabî, artêşa Iraq û parêzvanên sînor ji bo paqijkirina çolistana Ekaşat a li ser sînorên Sûriye-Iraqê dest bi operasyoneke leşkerî kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku operasyon piştî bidestxistina agahiyên derbarê çalakbûna şaneyên razayî yên çekdarên DAIŞê li herêmên piştî çolistanê, hatiye destpêkirin û operasyon bi kordîneya artêşa Iraqê û parêzvanên sînor bi rê ve diçe û mebest ewlekirina herêmên neewle ye.
Hat diyarkirin ku lîwayên 18, 17, 19, 13 yên girêdayî operasyonên Heşdî Şeibî li Enbarê û gerînendetiyên girêdayî Desteya Heşda Şeibî jî beşdarî operasyonê bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, liv û tevgera DAIŞê bi taybet piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji hin herêman zêde bûye ku gelek caran êrîşan dikin.
Bi taybet herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatine hiştin di bin metirsiyeke zêde ya êrîşên DAIŞê de ne ku hêzên Pêşmerge dixwazin vegerin wan herêman û ewlehiya wan dabîn bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin