Artêsa Iraqê bi Hesda Seibî re li ser sînor operasyon da destpêkirin
PeyamaKurd - Hêzên ewlekariyê û yên nîvleşkerî yên Iraqê li ser sînorê Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî kirin ku armanca operasyonê paqijkirina DAIŞê ji herêmê ye.
Artêşa Îraqê ragihand ku operasyona ku îro Yekşemê danê sibehê dest pê kiriye, ji aliyê hêzên iraqî û Heşda Şeibî tê birêvebirin.
Hat diyarkirin ku dê operasyon çend rojan dirêj bike û armanca qonaxa yekem ji operasyona îradeya serkeftinê jî parastina herêmên berfireh li parêzgeha Anbar û herêmên bakur û navendî yên parêzgehên Selahedin û Nînewa ye.
Hêjayî gotinê ye her çiqas Iraqê sala 2017an serkeftina dijî DAIŞê ragihandiye jî çekdarên DAIŞê li herêmê belav bûne û hîn jî êrîşan li wan herêmên Iraqê pêk tînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin