Hesda Seibî û artêsa Iraqê ji bo valakirina gundê Pelkane 24 saet mohlet dan

07 berfanbar 2020 21:38
Hesda Seibî û artêsa Iraqê ji bo valakirina gundê Pelkane 24 saet mohlet dan

PeyamaKurd - Milîsên şîe û artêşa Iraqê 24saet mohlet dan xelkê gundê Pelkane yê bajarokê Dûbiz ê Kerkûkê ji bo gundê xwe vala bikin.

Berpirsê komîteya PDKê li devera Dûbiz ya Kerkûkê, Cewad Mihemed ji medya Kurdistanê re ragihand, îro danê sibê komek erebên hawirde fişar xistine ser çend malên kurdan li gundê Pelkane yê nehiya Sergeran da ku malên xwe vala bikin.

Cewad Mihemed got, ew ereb girêdayî Heşda Şeibî ne lê bi kincên sivîl digerin.

Herwiha hatiye ragihandin ku milîsên şîe û artêşa Iraqê ji xelkê gundê Pelkane re gotine, divê di nav 24 saetan de gundê xwe vala bikin.

Beriya vê biryara valakirina gundê Pelkane, Encûmena Erebî ya Kerkûkê bi daxuyaniyekê derbarê rêkeftina ligel YNKê de daxuyanî dabû. Rêkeftin 2yê vê mehê di navbera encumena erebên Kerkûkê û serkomarê Iraqê Berhem Salih û berpirsê melbenda YNKê li Kerkûkê, Heme Sûr Dûşîwanî hatiye kirin.

Yek ji xalên rêkeftinê çareserkirina pirsgirêka zevî û erdên wê deverê bû lê bi rêya qanûn û lihevhatinê, bi şertekî ku mafên ereban parastî be.

YNKê di demekê de zevî û erdên wê deverê dike mijara lihevhatina ereban, ku ew zevî û erd yên kurdan in û hemû jî xwedan tapoyên reş in.

Zevî û gundên kurdan yên devera Dûbiz û Daqûqê di dema rêjîma Beis de bi ser erebên hawirde hatibû parvekirin. Lê piştî sala 2003 kurdan zeviyên xwe wergirtibûn. Piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017 dîsa rewş hat guhertin û heman qanûna rêjîma Beis dubare bû.