Îbadî: “Pêsmerge û Artêsa Iraqê bi hev re Mûsil rizgar kirin”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî, der barê hevkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê de diyar kir ku Pêşmerge û Artêşê bi hev re şer kiriye û Mûsil jî bi hev re ji DAIŞê stendine.
Îbadiyê ku îro bi ziyareteke taybet gihîşt navenda parêzgeha Nînowayê Mûsilê, li vir ji bo fermande û berpirsan axaftinek kir û li ser giringiya hevkariya Pêşmerge-Artêşa Iraqê, vekirina balafirgehên Kurdistanê û şandina meaşên memûran sekinî.
Ji bo têkiliyên herdu aliyan û vekirina balafirgehan got:
“Em naxwazin zilmê li kesî bikin, duh me ferman da ku di çarçoveya destûrê de balafirgehên Herêma Kurdistanê werin vekirin. Dê desthilata federalî li wan deran hebe, birayên Kurdistanê razî bûne bi desthilata federalî li balafirgehan. Niha wan jî dest bi haziriyên vekirina balafirgehan kiriye.”
Serokwezîrê Iraqê li ser şandina meaşên fermanberên Herêma Kurdistanê wiha axivî:
Derbarê şandina mûçeyên fermanberên Kurdistanê de jî Ebadî got: “Em xelkê Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku em dê mûçeyan bişînin, lê belê em dixwazin piştrast bin ku mûçe dê biçe berîka kesên hêja de, wê yekê jî pêwîstî bi hinek karên teknîkî heye.”
Serokwezîrê Iraqê behsa Pêşmerge jî kir û ragihand: “Pêşmerge û Artêşa Iraqê li Mûsilê bi hev re şerê DAIŞê kirin û serkevtin bi dest xistin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin