Îsraîlê careke din balafirgeha Helebê bombebaran kir
25 cotmeh 2023 22:15
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 25ê Cotmehê careke din balafirgeha navdewletî ya Helebê ji aliyê Îsraîlê ve hate bombebaran kirin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) artêşa Israîlê îro çarşemê piştî nîvro balafirgeha navdewletî ya Helebê bombebaran kir û di encamê de ziyan gihîşt balafirgehê, lê ti ziyanên canî çênebûn.
Hêjayî gotinê ye, balafirgeh 3 roj berê jî ji aliyê Îsraîlê ve hatibû armanckirin û ji ber wê jî hemû xizmetên balafirgehê rawestiyabûn.
Artêşa Îsraîlê ji dema ji 7ê Cotmehê piştî êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê ve, gelek caran komên çekdarên li Sûriyê û Lubnanê bombebaran kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îsraîlê êrîsî ser Balafirgeha Helebê kir
29 adr 2024
Jiyan
SANA: Îsraîlê li balafirgeha Helebê xist
28 tbx 2023
Cîhan
Balafirên Îsraîlê li depoyên sîlihan yên li balafirgeha Qamîsloyê xistin
09 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin