SANA: Îsraîlê li balafirgeha Helebê xist

28 tebax 2023 16:03
SANA: Îsraîlê li balafirgeha Helebê xist

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê li Sûriyeyê li Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê êrîşek hewayî pêk anî.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA re axivî û got, Îsraîlê roja Duşemê 28ê Tebaxê, saet 04:30ê sibê li gorî dema herêmî, ji aliyê rojavayê Laziqiyê ve ji aliyê behra Navîn ve êrîşeke asmanî li ser firokexaneya navdewletî ya Helebê pêk anî.

Çavkaniyê diyar kir: "Ev yek jî ziyanên madî gihandiye balafirgehê û ji xizmetê derketiye."

Ji aliyeke din ve li gor ajansa nûçeyan a Reutersê, berpirsên Îsraîlî red kirine ku derbarê êrîşa esmanî ya ku hatiye îdiakirin ji aliyê Sûriyê ve hatiye kirin şîrove bikin.

Îsraîl herî dawî roja Duşemî 21ê Tebaxê êrişên moşekî birin ser hin nuqteyên leşkerî yên li paytexta Sûriyê Şamê.

Ji destpêka şerê navxweyî ya sala 2011an ve, Îsraîl car caran êrişî komên ser bi Îranê û xalên leşkerî yên girêdayî artêşa Sûriyê dike.