Îsraîlê, Îspanya ji koordînasyona Xazeyê derxist
Îsraîlê ragihand ku ew ê Îspanyayê ji Navenda Koordînasyona Sivîl-Leşkerî (CMCC) ku ji bo çavdêriya peymana Xazeyê ya bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû damezrandin derxîne.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku hikûmeta Îspanyayê dema şerê li ser Îranê de helwesteke dijî Îsraîlê girtibû ji ber vê helwestê ev biryar hatiye girtin.
Saar tekez kir ku biryar hem ji Amerîka hem jî ji Îspanyayê re hatiye ragihandin.
Navenda Koordînasyona Sivîl-Leşkerî di Cotmeha 2025an de ji aliyê Fermandariya Navendî ya CENTCOMê ve wekî beşek ji 'plana aştiyê ya Xazeyê' ya 20-xalî hate damezrandin. Yekîne li baregeheke leşkerî ya li Kiryat Gat, li başûrê Îsraîlê, bi cih bûye.
Rakeşiya Îsraîl û Îspanyayê
Hikûmeta Îspanyayê piştî ku dewleta Filistînê nas kir û Îsraîlê bi jenosid tawanbarkir, di navbera Tel Avîv û Madrîdê de rakeşiyeke diplomatik rû da. Di vê çarçoveyê de, Îsraîlê di Gulana 2024an de balyozê xwe yê li Madrîdê paşve vekişand, li ser vê Îspanyayê jî di Îlona 2025an de balyozê xwe yê li Tel Avîvê paşve vekişand.
Têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de niha di asta karbidestê karûbaran de ne.
