Hat îdiakirin ku Amerîkayê li Îranê balafirên bombebarandinê yên B-1 careke din rakir hewayê
Tê îdiakirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di operasyonên xwe yên leşkerî yên herî dawî yên li dijî Îranê de, dîsa dest bi bikaranîna balafirên bombebaranê yên B-1 kiriye.
RûpelNews - Li gorî nûçeyeke medyaya Amerîkî ya ni navê Axiosê, ku behsa rayedarên Amerîkî dike, artêşa Amerîkayê careke din bombebaranên B-1 di êrîşên li dijî Sûpaya Pasdarên Îranê de bi kar anîne.
Di nûçeyê de tê îdiakirin ku firokeyên navborî ji baregeheke hewayî ya li Brîtanyayê rabûne û li ser platformên şopandina firînê li ser asîmana Îranê hatine dîtin.
DYA berê ragihandibû ku di êrîşên ku di 28ê Sibatê de li dijî Îranê hatibûn destpêkirin de balafirên B-1 hatine bikaranîn. Lêbelê, derbarê ka gelo ev firoke di operasyonên ku nêzîkî 12 rojan berê ji nû ve dest pê kiribûn de hatine bikaranîn an na, ti daxuyaniyeke fermî nehatibû dayîn.
Wezareta Parastinê ya DYAyê heta niha li ser nûçeya Axiosê daxûyaniyek nedaye.
