Keştiya balafirên şer ya Amerîkayê dîsa nêzîkî Îranê bû

05 gulan 2026 18:48

Hat ragihandin ku keştiya balafiran ya Amerîkayê piştî demekê dîsa hat Deryaya Umanê ku nêzîkî Îranê ye. 

Keştiya balafirên şer ya Amerîkayê dîsa nêzîkî Îranê bû

RûpelNews - CENTCOMê di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî Xê de ragihand ku keştiyeke balafirên şer ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Deryaya Umanê di peywirê de ye. Îranê nêzîkî mehek berê îdia kiribû ku wê li keştiyeke balefirên şer ya Amerîkayê xistiye, lê Amerîkayê ev îdia red kiribû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê ji Kendava Umanê dorpêçeke deryayî li dijî Îranê pêk tînin û piştgiriyê didin operasyona li dijî Îranê ya. Di vê çarçoveyê de, hat ragihandin ku keştiya bi navê USS George H.W. Bush (CVN-77) ji Kendava Omanê derbas bûye.

Hat destnîşankirin ku li ser keştiyê zêdetirî 60 firokeyên şer hene. Di vê navberê de, Îranê berê îdia kiribû ku li Kendava Umanê li keştiyeke balafirên şer ya Amerîkayê xistiye.

Îran: Îdiaya "Me li keştiya firokeyan a Lincoln xist"

Di daxuyaniyeke dawî ya Îranê de hat îdiakirin ku keştiya firokeyan a USS Abraham Lincoln (CVN-72) ji aliyê dronan ve hatiye armancgirtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî êrîşê, keştiya firokeyan, ligel keştiyên ku wê diparêzin, bi lez ji herêmê derketiye.
Lêbelê, aliyê Amerîkî ev îdiaya red kir.