Amerîkayê deryaya Îranê dorpêç kir: 17 keştiyan rêya xwe guhertin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî ya li ser Îranê de, rêya 17 keştiyên bazirganiyê hat guhertin û du keştî ji xizmetê hatin derxistin.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke li ser hesabê medyaya civakî ya CENTCOMê de hat ragihandin ku di çarçoveya pêkanîna dorpêça deryayî de, rêya 17 keştiyên bazirganiyê hatiye guhertin, du keştî "ji xizmetê hatine derxistin" û ji bo "misogerkirina pabendbûnê" tîmên kontrolê derketine ser du keştiyên din.
Di daxuyaniyê de derbarê operasyonê an jî welatên ku keştî girêdayî wan bûn de hûrgilî nehatin dayîn.
Di peyama CENTCOMê de herwiha wêneyekî deryavanekî DYAyê jî cih digirt ku li ser keştiya şer a cureya "destroyer" a bi mûşekên rêberkirî (USS Frank E. Peterson Jr.) nobet digirt; ev keştî ji bo piştgirîdana dorpêça deryayî li Deryaya Erebistanê hatiye bicihkirin.
