Amerîkayê dorpêçên nû li ser 19 kes û saziyên girêdayî Îranê sepand
19 cotmeh 2023 23:37
PeyamaKurd – Wezareta Xezînê û Darayî ya Amerîkayê, ragihand ku li ser 19 kes û saziyên pêwendîya wan bi pîşesaziya moşekî ya Îranê heye, li lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin.
Di daxuyaniyê de hatiya ragihandin ku kesên dorpêç li ser wan hatine sepandin, endamên Supaya Pasdarên Îranê ne. Herwiha li ser navendên pîşesaziya moşekî ya Îranê jî dorpêç hatin sepandin.
Li gorî biryarnameya 2231 a Encûmena Asayîşa Navdewletî, Wezareta Xezîne û Darayî ya Amerîka li 11 kes û 8 berpirs û şirketên li Îran, Çîn û Venezuela kar dikin, bi sedema beşdarî û alîkariya pêşxistina pîşesaziya moşekî ya Îranê kirine, ketine nav dorpêçan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Brîtanya, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê dorpêçên nû li ser Îranê sepandin
24 nsn 2023
Cîhan
Amerîkayê dorpêçên nû li ser Hamas û Pasdarên Îranê sepand
27 cot 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin