Li Hurmuzê serdemeke nû: Îranê bo keştiyanhişyariyeke girîng da

22 îlon 2026 20:58

Îran xwe amade dike ku tedbîreke nû li Tengava Hurmuzê, ku yek ji xalên herî girîng ên veguhastina enerjiyê ya cîhanê ye, bixe meriyetê. Hesen Kaşkavî, Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê, ragihand ku dibe ku ji sedî 20ê barê wan keştiyên ku rêziknameyên derbasbûnê yên li tengavê binpê dikin, werin desteserkirin.

Li Hurmuzê serdemeke nû: Îranê bo keştiyanhişyariyeke girîng da

RûpelNews - Kaşkavî di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî Tasnimê diyar kir ku xalên 13, 14 û 15an ên rêziknameyê ku di çarçoveya "Plana Çalakiya Stratejîk a ji bo misogerkirina ewlehiya Tengava Hurmuzê" de hatine amadekirin ji aliyê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoyê ve hatine pejirandin.

Qaşqavî got ku li gorî xalên têkildar ên Yasaya Cezayê, dibe ku ji sedî 20ê barê ser keştiyên ku rêzikên derbasbûnê yên li Tengava Hurmuzê binpê dikin werin desteserkirin, an jî cezayê pereyan ê hevrêjî bi nirxê wê beşê were sepandin. Wî her wiha anî ziman ku eger cezayê pereyan neyê dayîn, dibe ku bixwe keştî jî werin desteserkirin.

Pêdiviya destûrî ji bo peymanên navneteweyî

Bi balkişandina li ser xala 14an a rêziknameyê, Kaşkavî destnîşan kir ku divê her belge an peymaneke navneteweyî ya piralî ya têkildarî Tengava Hurmuzê, di çarçoveya xalên 77, 125, 176 û 57an ên Destûra Bingehîn a Îranê de werin amadekirin.

Kaşkavî her wiha da zanîn ku Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê dê berpirsiyarê çavdêriya cîbicîkirina rêziknameyê be.

Bi vê rêziknameyê re, tê pêşbînîkirin ku Îran rêzikên derbasbûna ji Tengava Hurmuzê hîn zêdetir tund bike. Tengav ji bo pêşhatên herêmî xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji ber ku ew rêyeke sereke ye ji bo bazirganiya cîhanî ya petrol û enerjiyê.