Îsraîlê careke din Sûriye bombebaran kir
Hat ragihandin ku balafireke bêmirov a leşkerî ya Îsraîlê êrîşî wesayiteke sivîl kiriye ku li derdora parêzgeha Quneytrayê ya Sûriyeyê diçû. Hat gotin ku ajokarê wesayitê di êrîşê de birîndar bûye.
RûpelNews - Li gorî televîzyona dewleta Sûriyeyê "Al-Ikhbariya", balafireke bêmirov a Îsraîlê wesayiteke sivîl a di tevgerê de li derdora Quneytrayê kiriye armanc.
Herçend hat ragihandin ku ajokar di êrîşê de birîndar bûye jî, derbarê bûyerê de hûrgiliyên zêdetir nehatin dayîn.
Di vê navberê de, di 18ê Tebaxê de, Îsraîlê bi êrîşên esmanî bingeha hewayî ya leşkerî ya Ebû el-Duhûr a li derdora parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê kiribû armanc.
