Şerê Rûsya-Ukraynayê careke din gur bû: Kîev û Lvîv hatim bombebarankirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şevê din, wê li heft herêman êrîşên berfireh birine ser armancên leşkerî, bi giranî li paytexta Ukraynayê, Kîev, û Lvîvê.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Hêzên Çekdar ên Rûsyayê operasyon li dijî cihên leşkerî yên li Ukraynayê pêk anîn, bi bikaranîna mûşekên dûravêj û pir-deqîq ên ku ji bejahî, hewa û deryayê hatine avêtin, her wiha bi firokeyên bêmirov.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, ji bilî Kîev û Lvivê, balafirgehên leşkerî, binkeyên pîşesaziya parastinê, navendên telekomunîkasyonê yên leşkerî û binesaziya lojîstîkê li herêmên Ivano-Frankivsk, Zhytomyr, Rivne, Vinnytsia û Dnipropetrovskê hatine kirin armanc.
Rûsyayê armancên ku hatine lêdan eşkere kirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia kir ku binkeyên ku hatine lêdan ji bo hilberîn, depokirin û radestkirina sîstemên mûşekan û firokeyên bêmirov, her weha ji bo sîstemên têkildarî kontrola hewayê dihatin bikaranîn.
Wezaretê her weha ragihand ku di êrîşên li rojhilat û başûrê Odesa û li Bendera Yuzhny de, sê keştiyên barhilgir ên ziwa, ku tê îdiakirin çek û alavên leşkerî hildigirtin, hatine kirin armanc.
Hat ragihandin ku di êrişên Rusyayê de herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest dane û 31 kes jî birîndar bûne.
