Îspanya balyozxaneya xwe ya li Tehranê vedike
Îspanya biryar da ku Balyozxaneya xwe ya li Îranê ku ji ber şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê hatibû girtin dê veke.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares ragihand ew ê di nava çend rojên pêş de balyozxaneya xwe ya li Îranê, ji nû ve vekin.
Wezîr Albares ji Balyozê xwe Antonio Sanchez-Beneditoyê xwest ku vegere paytexta Tehranê ya Îranê û dest bi kar bike.
Wezîrê Derve yê Îspanyayê diyar kir, ew hêvî dikin agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de demdirêj be û aştî û aramî vegere navçeyê.
Biryara vekirina balyozxaneya wan a li Tehranê, piştî peymana agirbesta du hefteyî ya di navbera Washington û Tehranê de hat.
Bi vî awayî balyozxaneya ku ev meheke girtî bû ji nû ve tê vekirin. Biryara Îspanyayê wek nîşaneya xurtkirina pêwendiyên dîplomatîk a li herêmê tê şîrovekirin.
