Îngilterê Balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi demkî girt

27 sibat 2026 17:53

Îngilîterê bi hinceta “xetereyên herêmî yên zêde dibin û rewşa ewlehiyê” de balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi demkî girt. Hemû personelê dîplomatîk ji welêt hatin derxistin û hate ragihandin ku xizmet dê ji dûr ve bidomin.

Îngilterê Balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi demkî girt
Balyozxaneya Britanyê ya li Tehranê

RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Îngilterê li ser rûpela fermî ya hişyariya rêwîtiyê nûvekirin kir û ji bo hemû axa Iranê hişyariya “neçin rêwîtiyê” derxist.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, ji ber pêşketinên girêdayî xetereyên herêmî û nezelaliyê di rewşa ewlehiyê de, personelê dîplomatîk ê li Tahranê bi demkî ji welêt hatine derxistin.

Her weha hate ragihandin ku xizmetên balyozxaneyê dê ji dûr ve bên meşandin.

Xebatên fizîkî hatin rawestandin

Li gorî vê biryarê, Balyozxaneya Britanyê ya li Tehranê xebatên xwe yên fizîkî rawestand.

Di daxuyaniyê de hate hişyarîdan ku heke tensiyona herêmî bêtir bilind bibe, dibe ku astengiyên nû yên rêwîtiyê jî werin danîn.

Ji hemwelatiyên Îngilîz ên ku li Îranê ne hate xwestin ku xwe di pergala hişyariya rêwîtiyê ya Wezareta Karên Derve de tomar bikin, pêşketinên herêmî bi nêz ve bişopînin û tedbîrên ewlehiyê zêde bikin.

Her wiha ji wan hate xwestin ku ji saziyên leşkerî dûr bimînin, planên derketina xwe ji welêt ji nû ve binirxînin û li hember senaryoyên awarte amade bin.

Balyozxane cara duyemîn hat girtin

Balyozxaneya li Tehranyê di mehê çileyê de jî, ji ber xwepêşandanên li Îranê, bi demkî hatibû girtin û personel hatibûn tahliyekirin.