Swêdê balyozxaneya xwe ya Beyrûtê bi awayekî demkî girt
03 tebax 2024 16:05
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström ragihand ku biryar e ji ber metirsiya ewlehiyê Balyozxaneya Beyrûtê ya wî welatî bi awayekî demkî were girtin.
Billström di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala Swêdî TV4 de got ku wan biryar daye ku ji ber xerabbûna rewşa ewlehiyê ya li herêmê, Balyozxaneya Beyrûtê di tevahiya meha Tebaxê de bi awayekî demkî bê girtin.
Billström agahî da ku telîmat dane dîplomatên Swêdî yên li Beyrûtê wezîfedar in ku ji Lubnanê derkevin.
Li gor nûçeya AAyê; Billström diyar kir ku dema girtina demkî ya ku niha tebaxê digre, li gorî rewşa ewlekariya herêmê, ger hewce bike wê were dirêjkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Biryara qutkirina fonê ya Trump bi awayekî demkî hat sekinandin
02 nsn 2025
Jiyan
Êrîsa çekdarî li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê
05 hzr 2024
Cîhan
Deriyê sînor ê Zêtê bi awayekî demkî hat girtin
17 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin