Trump "Projeya Azadiyê" li Hurmizê bi awayekî demkî rawestand
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser platforma xwe ya "Truth Social", biryara rawestandina demkî ya operasyonên meydanî yên "Projeya Azadiyê" (Project Freedom) ragihand, ya ku ji bo dabînkirina asayîşa tevgera keştiyan di Tengava Hurmizê de hatibû destpêkirin. Ev biryar wekî bersivek bo navbeynkariya navdewletî û bo dayîna derfetê ji bo heوlên dîplomatîk hat girtin.
RûpelNews - Trump, diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza hikûmeta Pakistanê û çend welatên din hatiye girtin ku hewl didin rageşiyê kêm bikin. Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ev pêngav piştî "serkeftinên serbazî yên mezin" hat ku hêzên Amerîkayê di rûbirûbûna li dijî Îranê de bi dest xistine. Her wiha wî tekez kir ku di danûstandinên ji bo gihîştina bi rêkeftineke giştgîr û dawî re pêşveçûneke berçav bi nûnerên Îranê re heye.
Rawestandina deryavaniyê û berdewamiya dorpêçê
Li gorî daxuyaniyên Trump, her du alî li ser rawestandina tevgera keştiyan li Tengava Hurmizê bo demeke kurt li hev kirine, da ku zemînek guncav ji bo îmzekirina peymana çaverêkirî çêbibe. Lê belê, Trump tekez kir ku her çend "Projeya Azadiyê" bi awayekî demkî hatibe rawestandin, lê belê dorpêça deryayî ya giştgîr (Blockade) ya li ser benderên Îranê bi hemû hêz û bandora xwe ve wekî xwe dimîne û dê berdewam be.
Paşxaneya "Projeya Azadiyê"
Tê zanîn ku hêzên Amerîkayê di 3yê Gulana vê mehê de bi fermana rasterast a Trump dest bi cîbicîkirina "Projeya Azadiyê" kiribûn. Ev operasyon di bin çavdêriya Fermandariya Navendî (CENTCOM) de û bi beşdariya hêzeke mezin ku ji zêdetirî 100 balafirên şer û 15 hezar serbazan pêk dihat، dihat birêvebirin. Armanca sereke ya operasyonê parastina keştiyên bazirganî yên asêbûyî û çavdêriya dorpêça deryayî bû ya ku ev çend hefte ne li ser Îranê hatibû sepandin.
Hişyariyên Îranê û daxwazên navdewletî
Ev geşedan piştî wê yekê hatin ku Tehranê tevgerên Amerîkayê li Tengavê wekî "pêşîlkirina biryara agirbestê" bi nav kir û hişyarî dabu. Di beramber de, Trump pêngavên xwe wiha parastibû ku ew bersiva daxwazên "welatên bêalî" ne yên ku ji bo parastina keştiyên xwe û dabînkirina azadiya deryavaniyê di vê tengava stratejîk de daxwaza alîkariyê kiribûn.
