Li Îspanyayê ji ber germa zêde 101 kes mirin
Hat ragihandin di meha gulanê de li Îspanyayê 101 kes ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dan.
|
Türkçe
RûpelNews - Wezîrê Tenduristî yê Îspanyayê Monica Garcia der barê germa zêde û encamên wê de daxuyanî da.
Monica Garcia da zanîn meha gulanê de pileya germahiyê ji ya berê 10-15 pile zêdetir bû ku ev jî tesîreke xerab li ser jiyana mirovan kir. Garcia diyar kir ji ber germa zêde meha gulanê de 101 kes mirin.
Li gor amaran li Îspanyayê di sala 2022an de 4 hezar û 813 kes, di sala 2023an de 3 hezar 9 kes, di sala 2024an de 2 hezar û 12 kes, di sala 2025an de 3 hezar û 832 kes ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dane.
Hat daxuyakirin ku di navbera salên 2015 û 2025an de ji ber germahiyê 27 hezar û 564 kes mirine.
