Germa zêde bû sedema mirina 61 kesan

11 gulan 2024 00:08
Germa zêde bû sedema mirina 61 kesan

PeyamaKurd – Li welatê Taylanê ji ber germê ji serê salê heya niha 61 kes mirin. Rayedarên welat ji bo Bangkong û herêmên rojhilatê bakûr hişyariyê dan xelkê.

Li gor nûçeya Bernama Newsê; wezareta tenduristiyê ya Taylandê ragihandiye ku sedema mirina 61 kesan ji ber germê ye û germ li bedena wan kesan ên candayî xistiye.