Li Almanyayê ji ber germa zêde 12 hezar û 500 kesan mirin

13 tebax 2026 17:03

Li Almanyayê îsal ji ber germahiya zêde 12 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Almanyayê ji ber germa zêde 12 hezar û 500 kesan mirin

RûpelNews - Di raporeke ku ji aliyê Enstîtuya Robert Koch ve hat weşandin de hat ragihandin ku di navbera hefteya 15an û 31an a sala 2026an de li welêt 12 hezar û 500 kes ji ber germahiya zêde mirin.

Di sala 2018an de, 9 hezar û 400 kesan li welêt ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dan, di sala 2019an de ev hejmar 7 hezar û 700 bû.

Hat destnîşankirin ku heta 2yê Tebaxa îsal, ji nav kesên ku ji ber germahiya zêde miribûn, 6 hezar û 270 kes di temenê 85 salî û mezintir, 3 hezar û 110 kes di temenê 75-84 salî û 1 hezar û 900 kes jî di temenê 65-74 salî de bûn.

Hejmara herî zêde ya mirinan, ku 9 hezar û 600 bû di navbera 22 û 29ê Hezîranê de hat tomarkirin. Li Almanyayê, di 28ê Hezîranê de, li navçeya Coschenê ku beşek ji şaredariya Neissemünde ye li herêma Oder-Spree ya eyaleta Brandenburgê, pileya germê bi 41.7 pileyên Celsius hat tomarkirin.