Derketina derveyî welêt a hevjîna Serokwezîrê Îspanyayê hat qedexekirin

20 hezîran 2026 21:20

Derheqê Begona Gomez a hevjîna Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez de ku bi tohmeta gendeliyê tê tohmetbarkirin biryara qedexeya derketina derveyî welêt hat dayîn.

Derketina derveyî welêt a hevjîna Serokwezîrê Îspanyayê hat qedexekirin

RûpelNews - Begona Gomez hevjîna Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ku bi tawana gendeliyê dê bê darizandin beriya ku derkeve pêşberî şandeya dadgehê derketina wê ji derveyî Îspanyayê hat qedexekirin.

Dadgerê lêpirsînê Juan Carlos Peinado biryar da ku Gomez pasaporta xwe teslîm bike û heta ku biryarekê were dayîn, mehê du caran were dadgehê.

Gomez bi îdiayên îsrafa pereyên giştî, bazirganiya derqanûnî, gendeliya di danûstandinên bazirganî de tê tawanbarkirin.

Gomez tohmetên der barê wê de red kir. Hevjinê wê Pedro Sanchez jî van tohmetan wek "lawazkirina hikûmetê" bi nav kir.

Dîroka rûniştina dozê hêj nehat diyarkirin.