Sûriye: Derketina derveyî welat li Ramî Mexlûf hat qedexekirin

22 gulan 2020 22:58
Sûriye: Derketina derveyî welat li Ramî Mexlûf hat qedexekirin

PeyamaKurd – Rêveberiya Beşar Esed a Sûriyê, piştî destdanîna ser beşek mal û milkên karsazê Sûrî yê kurxalê Esed Ramî Mexlûf, derketina wî ya derveyî welat jî qedexe kir.

Dadgeha Dada Îdarî ya Sûriyê biryar derxist ku ji Ramî Mexlûf re geşta derveyî Sûriyê hatiye qedexekirin.

Hat diyarkirin ku ev qedexe li ser daxwaza Wezareta Gihandin û Peywendiyan a Sûriyê  hatiye dayîn.

Di biryarê de hatiye gotin, ev qedexe demkî ye û eger Mexlûf pereyên ku heya niha weke bac li ser hatine ferzkirin bide, dê qedexe were rakirin. Lê di daxuyaniyê de mîqdara pereyên Mexlûf bide nehatiye eşkerekirin.