Sînan Çiftyurek bi biryara qedexeya derketina derveyî welat re hat berdan
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komunîsta Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ku doh hatibû binçavkirin, îro hate berdan û biryara qedexeya derketina derveyî welat ji bo wî hat dayîn.
Sînan Çîftyurek îro li Amedê derket pêşberî dadgehê û dadgehê biryara da doza li ser hatiye vekirin li derve berdewam bike û qedexeya derketina derveyî welatî danî ser.
Çiftyurek doh serê sibehê li Amedê bi serdegirtina malê ya polîsan hatibû binçavkirin.
Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê îro serê sibê derbarê desteserkirina serokê partiyê Sinan Çiftyurek de daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û gotibû, ew li navenda asayîşa Amedî li benda dayîna îfadeyê ye.
Sînan Çîftyurek bi hinceta axaftina xwe ya Newroza Amedê, daxuyaniyên ser qeyûman û êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê hatibû binçavkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin