Siûdî pistî Cejna Heciyan Balyozxaneya Tehranê vedike

18 hezîran 2023 18:32
Siûdî pistî Cejna Heciyan Balyozxaneya Tehranê vedike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya asayîbûna pêwendiyên Erebistana Siûdî û Îranê de, piştî cejna Heciyan, wê Balyozxaneya Tehranê ya Siûdî û Konsulxaneya Meşhedê bê vekirin.

Li gorî rojnameya El Wetan vekirina balyozxaneya Tehranê û konsulxaneya Meşhedê di hevdîtina Wezîrê Derve yê Siûdî Feysel bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emir Ebdullehyan de hatiye axaftin. 

Bin Ferhan û Ebdullehyan doh 17ê Hezîranê li Tehranê civiyabûn û Ferhan bibîr xistibû ku Îranê Balyozxaneya Riyadê ji nû ve vekiriye û ew jî ji bo asayîkirina pêwendiyan pêngaveke girîng e.