Îskoçya ji bo serxwebûnê careke din diçe referandûmê

28 mijdar 2020 00:42
Îskoçya ji bo serxwebûnê careke din diçe referandûmê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku herêma Îskoçya ya otonom ku bi ser Brîtanyayê ve ye, careke din ji bo serxwebûnê diçe referandûmê.

Herî dawî Îskoçyayê ji bo cudabûna ji Brîtanyayê sala 2014an referandûma serxwebûnê pêk anîbû û di encamê de dengê nexêr ji yên belê zêdetir derketibûn.

Li gorî nûçeya Rojnameya Times Serokwezîra Îskoçyayê Nicola Sturgeon ragihandiye ku sala bê, di derfeta herî nêzîk de ji bo cudabûna ji Brîtanyayê referandûma duyem dê pêk bînin.

Serokwezîra Îskoçyayê ku di heman demê de Seroka Partiya Niştimanî ya Îskoçya ye, pêşbînî dike ku di çaryekê yekem ê sala bê, proseya rapirsiyê ji bo cudabûn û serxwebûna herêma xwe ji Brîtanyayê encam bidin.

+*6+Sturgeon diyar kir, ew dixwazin di mehên destpêka 2021an de li ser mijarê referandûmê pêk bînin. Ji ber ku lêkolînên anketê nîşan didin ku gelê Îskoçya serxwebûnê dixwaze.

Sturgeon got: "Heke gelê Skoçya dixwazin serbixwe bibin, lazim e ku em vê fersendê ne pir dereng, lê zû bidin wan. Parlamentoya me ya nû jî di vê mijarê de nêzîkatiyek nerm nîşan dide."

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê bi Brexitê derket, herêma Skotlandê hewl dide ji Brîtanyayê cuda bibe û weke welatekî serbixwe bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.