Serokwezîrê Îskoçya yê Pakistanî: Dem dema serxwebûnê ye!

27 adar 2023 23:47
Serokwezîrê Îskoçya yê Pakistanî: Dem dema serxwebûnê ye!

PeyamaKurd - Serokê nû yê Partiya Niştimanî ya Îskoçya ku dibe serokwezîr Hemze Yûsif di yekem daxuyaniya xwe de ragihand, Îskoçya ji hemû deman zêdetir pêwîstiya wê bi serxwebûnê heye û ew ê serxwebûnê ji bo gelê Îskoç bi dest bixin.

Hemze Yûsif bi eslê xwe Pakistanî û Misilman e û di hilbijartinan de bûye Serokê Partiya Niştimanî ya Îskoçyayê û cihê Nicola Sturgeon girtiye.

Hemze Yûsif di yekem daxuyaniya xwe de got, ew dest ji serxwebûna Îskoçyayê bernade û niha dema serxwebûnê ye.

Yûsif diyar kir: “Soz û peymana min a temam li hember we ew e ku dest bi karê me yê dîrokî û sereke, tevgera me ya civakî dikim ji bo serxwebûna Îskoçyayê. Xelkê Îskoç niha ji hemû deman zêdetir pêwîstiya wan bi serxwebûnê heye. Em ew nifş in ku em ê serxwebûnê ji bo gelê Îskoçyayê bi dest bixin.”