Trump: Em amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin

03 îlon 2026 09:40

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump diyar kir ku ew amade ne ku êrîşên din li dijî Îranê pêk bînin û got ku ew dikarin "kengî bixwazin" careke din êrişî Îranê bikin.

Trump: Em amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin

RûpelNews - Trump li Koşka Spî bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê mijara Îranê de da. Trump gefên xwe yên li dijî Îranê dubare kir û diyar kir ku DYA amade ye ku êrîşên nû pêk bîne.

Trump, ku îdia kir êrîşên artêşa Amerîkayê yên şeva borî li ser armancên Îranê yên li derdora Tengava Hurmizê "gelek serkeftî" bûn, got, "Me şeva borî li wan xist bi awayekî pir dijwar. Lêbelê, wan tenê bertekeke nerm nîşan da."

"Em Tengava Hurmizê kontrol dikin"

Trump, ku îdia kiribû ku Tengava Hurmizê bi temamî di bin kontrola DYAyê de ye, got ku hejmareke mezin a tankerên petrolê berdewam dikin ku di kendavê re derbas bibin.
Trump diyar kir, "Car caran ew dronekê dixe xwarê, lê kontrola me ya li ser kendavê pir zelal e."

Derbarê şîroveya wî ya berê ya li ser navlêkirina Tengava Hurmizê wekî "Tengava Trump" pirs jê hat kirin, Trump got ku ew tenê ramanek bû ku wî pêşniyar kiribû.

Trump her wiha diyar kir ku Îran dê nikaribe çekek atomî bi dest bixe û lê zêde kir, "Ez nafikirim ku ev yek dê pir dirêj bikişîne."