Polonya, li ser hin mijaran diçe referandûmê
PeyamKurd- Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand ku di referanduma ku dê ligel Hilbijartinên Giştî yên 15ê Cotmehê were kirin de dê 4 mijar ji welatiyan bê pirsîn ku di nav wan de plana koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo welatên endam jî heye.
Mateusz Morawiecki, li ser pirsên referandûmê bi vîdeoyekê di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re hin agahî ragihandin.
Morawiecki diyar kir ku hikûmeta Polonya ji destpêkê ve li dijî plana Yekîtiya Ewropayê (YE) ya bicihkirina koçberan e û di nav axaftina xwe de partiyên opozîsyonê jî rexne kir û diyar kir ku wan ji bo siberoja Polonyayê ji koçberiya qaçax re gotiye ‘Naxêr’
Serokê Partiya Hiqûq û Edaletê û Alîkarê Serokwezîr Jaroslaw Kaczynski jî di peyama xwe ya 11ê Tebaxê de ragihandibû ku di pirsa yekem a referandûma neteweyî ya plankirî de dê ji beşdaran bê pirsîn ka ew piştgirî didin firotina kompaniyên dewletê yan na.
Cîgira seroka partiyê Beata Szydlo duh di daxuyaniyekê de gotibû ku di pirsa duyem de dê ji Poloniyan bê pirsîn ka ew piştgirî didin bilindkirina temenê malnişîniyê yan na.
Referandûma ku wekî referanduma neteweyî ya li ser polîtîkaya nû ya koçberiyê ya ku ji aliyê YEyê ve hatibû pêşniyazkirin tê plan kirin, dê ji 4 pirsan pêk were û ya dawî dê di 14ê Tebaxê de were ragihandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin