Rusya, li ser axên Ukraynayê, diçe referandûmê

09 tebax 2022 20:00
Rusya, li ser axên Ukraynayê, diçe referandûmê

PeyamaKurd- Ji aliyê qada rêveberiya leşkerî ya Rusyayê ve hat ragihandin ku Rusya, ji bo axên ku li Ukraynayê desteser kiriye, dê biçe referandûmê. Hat zanîn ku ji bo vê yekê jî plansazî tê kirin ku gav bên havêtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê rêveberiya leşkerî ve hatin belavkirin, amadekariyên referandûmê bi lez û bez tên kirin û di nav van herêman de Zaporijya jî heye ku yek ji herêma santralê ya herî mezin a Ewropayê ye.

Hat zanîn ku dê herêma Zaporijyayê, ji aliyê Federasyona Rusyayê ve bi rêya referandûmê pêşkêşî gel bê kirin û dema referandûm bi ser bikeve, ev herêm bi awayekî yekalî dê derbasî nav axên Rusyayê bê kirin.

Dibe ku Referandûm, di îlonê de be

Di agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên rojavayî ve hatin dayîn de tê payîn ku ji bo herêmên Herson, Zaporijya, Donetsk û Luhanskê, referandûm di meha îlonê de bê kirin.