Amerîka: Safîbûna Rusyayê ya ji axên Ukraynayê, zehmet e

17 mijdar 2022 20:00
Amerîka: Safîbûna Rusyayê ya ji axên Ukraynayê, zehmet e

PeyamaKurd- Serokê Sererkaniya Amerîkayê Orgeneral Mark Milley, li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê daxuyaniyek da. Milley da zanîn ku safîbûna hêzên Rus a bi temamî ya ji axên Ukraynayê, zehmet xuya dike.

Mark Milley, di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişand ser rewşa heyî ya şerê ku dewam dike û got,

“Ji aliyê leşkerî ve Kirim jî di nav de hegera ku Ukrayna Rusan ji axên Ukraynayê safî bike, kêm xuya dike. Rusya, li Ukraynayê di hemû eniyan de bi bin ketiye û êrîşên Moskowê yên li dijî binesaziya enerjiya Kievê, ‘tawanê şer’ in.”

Milley bal kişand ser aloziya ku ji ber Tayvanê di navbera Amerîka û Çînê de çêbûye û li ser vê yekê got ku êrîşkirina Çînê ya Tayvanê, dê wekî êrîşkirina Rusyayê ya Ukraynayê, xeletiyeke stratejîk be.